Serdestîya artêşa Sûriyê ser balefirgeha eskerî ya Ebûzihûrê li Idlibê
Artêşa Sûriyê karî ku kontrola balefirgeha eskerî ya Ebû Zihûrê li derdora Idlibê bigre destê xwe.
Li gorî rapora IRIB Newsê, komên terorîstî yên bicihbûyî li parêzgeha Idlibê diyarkirin, hêzên artêşa Sûriyê balefirgeha eskerî ya Ebûzehûrayê xistin bin kontrola xwe. Ev balefirgeh ku ketiye derdora Idlibê zêde ji 20 salan di kontrola koma Tehrîr El-Şamê de bû.
Hatiye gotin ku bi kontrola balefirgeha eskerî ya Ebû Zihûrê li abşrê parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê ji aliyê hêzên artêşa vî welatî, terorîstên li navça rojhilata vê balefirgehê hatine dorpêç kirin.
Hêzên artêşa Sûriyê pêştir li çarçoveya dewama operasyona xwe li dijî terorîstan karîn ku kontrola 11 gundan li derdora Idlibê bigrin destê xwe.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê ji zarê Meyadînê, navenda raghandina nûçeyên cengê ya Sûriyê raghand: Artêşa Sûriyê piştî pevçûna bi endamên terorîstên ser bi bereya El-Nusreyê karî ku kontrola van gundan li derdora Idlibê bigre destê xwe.
Parêzgeha Idlibê meqera sereke ya komên çakdar û neyarê sûrî ye ku heya niha gelek xisar li navçeyên curbicure vê parêzgehê xistine.