Hêzên artêşa Sûriyê di çarçoveya dewama operasyona xwe karîn kontrola 11 gundan li dorhêla Idlibê li bakûrê rojava vî welatî bigirin destê xwe.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê El Meyadînê, Navenda Ragihandina Nûçeyên Şêrr a Sûriyê, ragihand, artêşa Sûriyê, piştî pevçûna bi endamên terorîst ên ser bi Bereya El Nusrê, karî ser van gundan li dorhêla Idlibê serdest bibe.
Hêzên artêşê û hevgirtiyên wê herwiha li çend mêhweran li derdora balafirgeha Ebû Zihûrê li dorhêla Idlibê bi Bereya El Nusre û komên ser bi wê re şerr kirin.
Ev hêzane herwiha karîn kontrola bilindiyên Eburvîlê û El Meqberê li dorhêla başûrê Helebê bigirin destê xwe.
Li navça Herestayê li bakûrê rojhilata Şama paytexta Sûriyê jî hêzên artêşa Sûriyê kontrola hin avahiyên vê navçê girtine destê xwe.
Di eynî demê de di encama êrişa bi rokêtan a komên çekdar ên terorîst ser bajarê Cermanayê li rîfa Şamê de, xisarên malî li xelkê ketin.
Di encama êrişên roja buhurî (sêşemiyê) yên bi hawanan ên terorîstan ser hin navçeyên bajarê Çamê de, 41 kesên sivîl hatin kuştin.
Tevî hevhatina navçeyên kêmkêşe ku ji nêzî heft mehan berî niha ve li Sûriyê cih tên, komên çekdar, hin caran bi binpêkirina vê hevhatinê, bi rokêt û hawanan, êriş dibine ser taxên nêzîkî xûteya rojhilat a bajarê Şamê.