Hin yekînên hêzên artêşa Sûriyê navça El-Redadê li başûrê rojava bajarê Palmîrayê li parêzgeha Himsê li rojava Sûriyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Çavkaniyeke eskerî ragihand yekînên artêşa Sûriyê li encama êrişa ser meqerên terorîstên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça El-Redadê li başûrê balefirgeha eskerî ya Teyfûrê li başûrê rojava bajarê dîrokî yê Palmîrayê ev navçeya xistin bin kontrola xwe.
Hêzên sûrî her wiha trimbêkeke zirihî û 2 trimbêlên reşaşdar ên DAIŞê îmha kirin.
Artêşa Sûriyê xêncî pêşdeçûna li navçên başûrê bajarê Palmîrayê li derdora bakurê vî bajarî jî êriş kir ser endamên tekfîrî yên grûpa nasiyar bi bereya El-Nusreyê li navçên Tîr Meilê, El-Qentûyê, Mezar El- Weliz û Hewş Heco.
Li encama êrişên hanê hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn û beşek ji kel û melên eskerî yên wan hat îmhakirin.
Balafirên Sûriyê her wiha çar trimbêl û du topxanên terorîstên DAIŞ`ê li bakurê bendava Ebû Kelê û rojhilata bajarê Palmîrayê îmha kirin .
Terorîstên DAIŞ`ê 8 Kanûnê wek berteka li hember işketsa xwe ya tam li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê êrişkeke berfireh ser bajarê Palmîrayê destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)