Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a ser bi dijberên Sûriyê îro şemiyê raghand: Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê sedî 98`ê parêzgeha Derayê xistine bin kontrola xwe.
Artêşê û hêzn gelanî yên Sûriyê, 13 Tîrmehê bajarê giring û stratejîk ê Derayê navenda parêzgeha Derayê tam azad kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan bal kişand ser dewama pêşdeçûnên artêşa Sûriyê li navça Hewz Yeremokê li bakurê rojava Derayê û raghand: Tenê sedî dudiyê erdên parêzgeha Derayê di destê komên terorîstî yên DAIŞê de mane.
Her wiha hêzêzn artêşa Sûriyê di dewama paqijkirinên gundan û bajarokên azadbûyî li derdora bakurê rojava Derayê, meqereke koma kumsipiyan li nav bajarokê Sehm El-Cewlanê peyda kirin û ku têde maynên li dijî zirixê û kelûmelên cengê bû.
Koma nasyar bi Kumsipiyan di meha Adara sala 2013` an bi alîkariyên malî yên Ameîka û Brîtanyayê li Tirkiyê hat damezirandin. Xebata vê komê vê komê li navçeyên bin kontrola komên têrorîst de ne.
Pirniya belgeyên keşfbûyî ji aliyê artêşa Sûriyê li navçên azadbûyî ji lepên terorîzmê li vî welatî nîşan didin ku endamên koma terorîstî ya kumsipiyan, pêvajoya xebitandina çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl ê sûrî ji aliyê Tehrîr Şamê pêk anîne.
Sana News`ê, jî li bara vegryana bi dehan malbatên bajarokê Celînê li parêzgeha Derayê bo malên xwe piştî azadkirina vî bajarokî û paqijkirina tama wê ji maynan û teqemeniyan ku ji aliyê terorîstan li navçên curbicur hatine bicihkirin, agahî da.