IraqNûçeRojhilatanavin

Serdestîya Heşdi Şeibî li rêkên herî girîng ên navbera Mûsil û Sûrîyê

Hadî Amirî, sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedirê û yek ji fermandarên hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Em giheştine durêyana istiratêjîk a Tilzeltê û me kontrola cadeyên girîng û rêya Tilefer-Mehlebîye- Mûsilê girtîye destê xwe. Wî herwiha got: Bi serdestîya hêzên me li rêka Tilebte-Beacê, me rêkên herî girîng ên têkilîya DAIŞ`ê bi Sûrîyê ra xistine bin kontrola xwe.

Hêzên Heşdi Şeibî û komên berxwedêr vê dawîyê li mêhwera rojavaya Mûsilê opêrasyonek bi armanca girêdana rêkên gîhandina alîkarîyê bo DAIŞ`ê di navbera Mûsil û Reqê da destpê kirin.

Hêzên iraqî jî kontrola Kolana 30 li taxa Intisarê li başûra rojhilata Mûsilê xistin destê xwe.

Şakir Cewdet serokê polîsên fêdêral ên Iraqê di vê çarçovê da bi daxûyanîyekê ragihnad: Ji destpêka opêrasyona hêzên iraqî li mêhwera başûra Mûsilê va heta niha zêde ji hezar têrorîst hatine kuştinê, 74 gund hatine azadkirinê, 130 bombe hatine pûçkirinê û 4500 malbat jî ji vî şarî hatine derxistinê.

Evdilgenî Esedî, fermandarê dezgeha têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê jî pêkutî kir ku hêzên me zûtir ji dema çaverêkirî karîn li Mûsilê pêşda herin. Diqewime têrorîstên DAIş`ê birevin meqerên xwe yên li rexê rojavaya çemê Diclê.

Wî herwiha got: Xetên berevanîyê yên DAIŞ`ê li rojhilata Mûsilê heta vê gavê, ji bereyên vê komê li bajarê Remadîyê jî lawaztir bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu