İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serdestiya hêzên iraqî ser fabrîkeya herî mezin a çekên kîmyayî ya DAIŞ`ê li Mûsilê

Hêzên iraqî bi pêşdeçûna destxwe li navçên mayî yên rojava Mûsilê, fabrîkeya herî mezin a çêkirina çekên kîmyawî yên terorîstên DAIŞ`ê li navça 17 Temozê xistin bin kontrola xwe.

 Li gorî rapora malpera iraqî ya Someriye Newsê, Şakir Cewdet fermandê polîsê federal ê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên berteka destxwe vê sibê tevî kontrola  fabrîketa  herî mezin a  çêkirina çekên kîmyawî yên DAIŞê karîn ku bi dehan mayn û bombeyan li navça 17 Temozê li rojava Mûsilê pûç bikin.

Şakir Cewdet tekez kir: Hêzên polîsê federal ê Iraqê jî nîva navça El-Îqtisadiyîn û 17 Temozê li kontrola  DAIŞê derxistin û li operasyonekê, xelkê sivîl guhestine  navçên  bakurê bajarê Mûsilê.

Fermandê polîsê federal ê Iraqê her wiha got : Hêzên polîs her wiha 15 km çar kunc ji mêhwera bakurê rojava Mûsilê û gundê Hesûne û Dîcleyê û fabrîkeya  gazê û avahiyên  fazên yek, du, sê û çar navça  El-Herematê ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên Heşdê Şebî jî li bara azadkirina  gundê Xezna bakurî li başûrê navça El-Qîrevanê li rojava  Mûsilê agahî da.

Li gorî gotina  berpirsên  eskerî yên iraqî heya niha sedî 90`ê bajarê Mûsilê ji lepên treorîstên DAIŞ`ê hatiye derxistin û wezareta berevaniyê ya Iraqê soz daye ku heya beriya meha pîroz a Remezanê Mûsil tam were azadkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version