NûçeÎranRojhilatanavin

Rejîma Siyonîst berpirsiyariya êrişa ser karwanê sotemeniya Îranê girt ser xwe

Avîv Kohawî, serokerkanê Rejîma Siyonîst berpirsatiya êrişa ser karwanê sotemeniya Îranê li navça sînorî ya hevpar a Iraq û Sûriyê girte stûyê xwe.

Serokê Erkantiya Giştî ya Rejîma Siyonîst îro di daxuyaniyekê de piştrast kir ku balafirên şer ên vê rejîmê di meha Mijdarê de êrişî karwaneke sotemeniyê ya Îranê li devera Bû Kemal a li ser sînorê Iraqê yê Sûriyê kirine.

Li herêma Bû Kemal a rojhilatê Sûriyeyê 2 tankerên ku ji Îranê derketin û ji sînorê bejayî yê Iraqê ber bi Lubnanê ve diçûn, rastî êrîşê hatin.

Piştî êrîşê yekser Amerîkiyan ji Rûsyayê re peyam dan ku ev êrîş ne karê wan e.

Başa dön tuşu