Wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna bi medyayeke emerîkî re teqez kir şerê aborî yê Emerîkayê li dijî gelê Îranê di pratîkê de ferqek bi terorîzmê re tine.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna taybet bi CNN`ê re got ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê vê dawiyê raghand ku li halê şerê aborî bi Îranê re ye. Şerê aborî tê wateya êrişa ser gelê Îranê yanê êrişa ser welatiyên sivîl û hewldana bona bêparkirina wan ji pêwîstiyên jiyanê û karekî wiha hema tê wateya terorîzmê.
Wî li bara serederiya Îranê ji siyasetên vê dawiyê yên Emerîkayê destnîşan kir: Çawa ku pir kes li Emerîkayê dibêjin, pirsgirêk eva ye ku dewleta niha ya Emerîkayê siyaseta derve tine û siyaseta xwe ya derve ser esasa qiyasa bi siyasetên navxweyî datîne ku nikarin bo karûbarên derve jî temîm bidin.
Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember îdiaya piştgiriya Îranê ji terorîzmê got: Emerîka û hevpeymanên wê li navça rojava Asiyayê piştgiriya El-Qaidê, Taliban, DAIŞê û bereya El-Nusre dikin li halkeê ku Îran li hember DAIŞê û El-Qaidê sekiniye û li hember wan şêr kiriye.
Zerîf li bersiba îdiaya vê dawiyê ya Waşengtonê derheq vê yekê ku Îran gefê li berjewendiyên Emerîkayê li Rojhilata Navîn dixwe û got: Rojaa Asiyayê navça me ye. Emerîka hatiye vir û li derdora Îranê meqerên eskerî ava kirine.
Îran kontrola tu komekê nake belkî bijarteyên dursut hene lê Emerîkayê bi caran dest bi bijartinên şaş kirine.
Wezîrê karên derve yê Îranê li bara hin hewldanan ku hatine kirin ku bûyerên vê dawiyê yên li navçê li Îranê girêdin , jî got: Siyasetên Emerîkayê li navçê jêre gelek dijmin pêk anîne û ev dijmin bêyî berçavgirtina xwestekên Îranê li dijî Emerîkayê kar dikin.