IraqNûçeRojhilatanavin
Şerê Artêş û çekdarên DAIŞê

Di nav taxên Mûsilê de şerê çekdarên DAIŞê û Artêşa Iraqê berdewam dike. Xelkê Mûsilê jî di bin agirê çek û teqînan de ji malên xwe direvin û xwe digihînin artêşê.
Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê ji taxa Gogcelî ber bi taxên Arden û Avahiyên Xizra ve pêş dikevin. Di van taxan de şer û pevçûnên giran hene.
Xelkê Mûsilê jî dixwazin xwe ji xezeba şer riazgar bikin. Her roj bi dehan malbat direvin, alayên spî bilind dikin û xwe dispêrin yekîneyên artêşê.
Beşek ji taxa Bekir a rojhilatê Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye kontrolkirin. Fermandarên Artêşa Iraqê jî dibêjin, çekdarên DAIŞê ji navçeyên hatine kontrolkirin direvin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)