IraqNûçeRojhilatanavin

Şerê hêzên iraqî dijî DAIŞ`ê li nav Mûsilê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê berêvariya sêşemiyê li civîna digel nûçegihanan li Bexdayê ragihand: Şerê hêzên iraqî li hindura bajarê Mûsilê dijî DAIŞ`ê nîşana zêdebûna şiyana hêzên hevpar ên iraqî ye.

Ebadî got: DAIŞ li plana xwe ya bikaranîna erebeyên bombekirî li deverên rûniştinî li Mûsilê tûşî şikestê bûye.

Serokwezîrê Iraqê got: dewlet ji bo vegeriyana kêmîneyên olî û nijadî bo cî û warê xwe li Mûsilê û cezakirina cinayetkaran ciddî ye.

Opêrasiyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê ji 17`ê Cotmeha 2016`an va li ser fermana Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê dest pê bû.

Bi dehan hezar kes ji hêzên artêş û polîsê Iraqê bi hevrêtiya hêzên seferberiya gelanî û hêzên Pêşmerge yên ser bi Herêma Kurdistana Iraqê ji bereyên cûrbicşûr va ber bi navenda bajarê Mûsilê va pêşda çûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu