Şerê kolanbikolan di navbera hêzên lîbiyayî û DAIŞ`ê li bajarê Sêrtê

Hêzên artêşa Lîbiyê ku ji çend rojan berî niha va opêrasyoneke berfire jibo azadkirina bajarê Sêrtê li bakûra vî welatî destpê kirine, niha derbasî şerê kolanbikolan li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li vî şarê bakûrî yê Lîbiyê bûne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, hêzên dewleta tifaqa netewî ya Lîbiyê heftiya buhurî pêşdaçûna xwe ber bi bajarê perravî yê Sêrtê , pêgeha DAIŞ`ê li bakûra Lîbiyê destpê kirin . Wan duh bendera vî şarî û bajarokê Eswaweyê li derdora vî bajarî ku warê bicihbûna malbatên endamên DAIŞ`ê bû, xistin bin kontrola xwe û têrorîst neçar kirin ku ber bi riya perravî di navbera bajarên Mêsrate û Sêrtê birevin.
Li gorî gotina çavkaniyên herêmî, hêzên bi navê Bunyan Mersûs ku bin fermana dewletê da ne, niha derbasî şerê kolanbikolan li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê bûne û balafirên cengê yên artêşa Lîbiyê jî bi awayekî berdewam pêgehên DAIŞ`ê li vî şarî didin ber bombeyan.
Niha derdora Hotêla Meharî navenda pevçûnan e, hotla ku tê gotin têrorîstên DAIŞ`ê li perrava li pişt wê serê Qebtiyên misrî jêkirin û fîlma vê cinayetê weşandin. Vê fîlmê bo cara yekem nîşan da ka xetera DAIŞ`ê li Lîbiyê heta çi astekê cidî ye.
Di vî halî da çavkaniyên pizişkî yên lîbiyayî ragihandin ku maşîneke bombebarkirî li navenda bajarê Bengaziyê li bakûra rojhilata Lîbiyê teqiya ku di encamê da 3 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)