ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê saxlemiya Îranê ragihand ku Îran salê bi bihaya 200 milyon dolarî alavên doxtoriyê difroşe welatên cîhanê

Seyîd Hesen Qazîzadeh Haşimî Wezîrê saxlemiya Îranê li kêlega seredana ji navenda lêkolînî ya doxtoriyê ya Enistîto Pastor a Îranê li Kerecê li rojavaya Têhranê destnîşan kir, Niha firotina waksenên Îranê li bazarên cîhanî du beranber bûye yanî Îran salê 200 milyon dolar alavên doxtoriyê difroşe welatên cîhanê.

Seyîd Hesen Qazîzadeh Haşimî li press konferansa xwe ya îro sêşemê bêyî viya ku îşareyî dem û gava firotina van alavên doxtoriyê bike ragihand ku firotina alavên doxtoriyê gelektir bûye.

Îro Seyîd Hesen Qazîzadeh Haşimî wezîrê saxlemiya îranê seredana navenda lêkolînî ya doxtoriyê ya Enistîto Pastor a Îranê li Kerecê li rojavaya Têhranê kir û çend pirojên lêkolînî, xizmetguzarî, teknolojî û navenda tecarî ya vê navendê vekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu