BehreynNûçeRojhilatanavin

Seredana Netanyahû ya Umanê

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst, Bênyamîn Netanyahû roja pêncşemê seredana Mesqet paytexta Umanê kirîye.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Umanê, Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst, Bênyamîn Netanyahû roja pêncşemê ji hêla Siltan Qabûs ve hatîye pêşwazîkirinê.

Li gorî rapora wê ajansê, Siltan Bin Seîd Qabûs roja pêncşemê li Qesra Birkê ji Netanyahû pêşwazî kir. Her du alîyan di warê pêşdebirina demajoya aştîyê (demajoya sazişê) li rojavaya Asyayê û hin meseleyên dualî de gotûbêj kirin.

Bênyamîn Netanyahû jî di daxûyanîyekê de di vî warî de nivîsî. Ez roja înîyê ji seredana Umanê vegerîyam, cihê ku min bi Siltan Qabûs Bin Seîd re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Wî pêgirî kir ku ew seredana di çarçova sîyasetên Tel Avîvê ji bo bihêzkirina peywendîyên digel welatên herêmê û garantîkirina berjewendîyên ewlehî, aborî û têknolojîk ên Israîlê de pêk hatîye.

Başa dön tuşu