ÎranNûçeRojhilatanavin

Seredana serokkomarê Îranê ji avahiya hilweşiyayî yê Plaskoya Têhranê

Serokkomarê Îranê û hinek ji endamên dewletê îro sibê seredana ciyê hilweşiyana avahiya tecarî ya Plaskoyê kirin.

Sibeha roja pêncşemiyê ji ber bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Kolana “Cumhuriya Îslamî“ ya Têhranê hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir canê xwe ji dest dan û bgelek kes jî irîndar bûn.

Hesen Ruhanî îro sibê li ciyê bûyerê hazir bû û bilî diyarkirina mixabiniya xwe ser dewama xebata ax hilanîna hêzên peywendîdar bona derxistina kesên ku di bin kaviliyên vê avahiyê da mane sekinî.

Ruhanî herwisa bal kişande ser pêwîstiya cubrankirina xisareta vê rûdawê û destnîşan kir; Pêwîste ku avahiyên kevn yên Têhranê û ciyên dine Îranê ji nûve bêne çêkirin.

Heta niha meytê sê kesên ku bona temirandina êgir çûne nav vê avahiyê hatine peydakirin.

Hatiye ragihandin ku herî kêm 20 kesên din di nav kaviliyên avahiya Plaskoyê da mane.

Li dû buyera hilweşyana avahiya Plaskoyê li Têhranê û gorîbûna hejmarek ji erkdarên agirvemirandinê, taxima dewleta Îranê bi daxûyaniyekê sibê weke roja tazîdariya giştî ragihand (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu