IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Iraqî: Operasyona Mûsilê ranewestiya ye

Fermandarê operasyonên taybet yê duyem di hêza dijî terorê de Lîwa Mein Saidî got ku bi ti awayî operasyona Mûsilê nehatiye rawestandin û li hemû bereyên şer li rasta bajarê Mûsilê operasyon berdewam e.

Li gor daxuyaniya Saidî bo BasNewsê hêzên Iraqî ziyaneke mezin dane DAIŞê û qenasên wan ku dixwestin rêgiriyê ji pêşveçûnên wan re bikin.
Saidî diyar kir ku hêzên wan li taxa pîşesazî, Rifayî û Yebise ne, li kargeha xwarinê û şûqeyên taxa Tenik jî hene.

Fermandeyî Îraqî da zanîn ji ber hebûna welatiyên sivîl li navçeyê pêşveçûnên wan sist bûne ku rewşa keşûhewayê jî rêgiriyê ji pîşveçûnên wan re dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu