ÎranNûçeRojhilatanavin

Sererkanê Îranê serdana Tirkiyeyê dike

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê ya ÎRNAyê ku dispêrê Serkaniya Giştî ya Îranê, heyeteke ku ji leşker û siyasiyan pêk tê wê serdana Enqereyê bike. Serdana heyeta îranî li Enqereyê dê 3 rojan bidome.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Muhammed Bakirî di serdana xwe ya Tirkiyeyê de wê mijarên tekoşîna terorîzmê, pêşveçûnên herêmî, hevkariya sînor û têkiliyên dualî yê di warê parastinî de bi hemkarên xwe yên Tirkiyeyê re binirxîne.

Herwiha Bakirî di axaftineke xwe ya meha borî de ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê gotibû: “Referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê nayê qebûlkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu