CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sergeyî Riyabkov: Moskowa ji ber mayîn Emerîkayê li rojhilata Firatê li Sûriyê dilgiran e

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê diyar kir: Moskowa ji ber mayîn Emerîkayê li rojhilata Firatê li Sûriyê dilgiran e ji ber ku ev kiryara Koşka Sipî li dijî serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê dizane.

 Li gorî rapora RT Arabic, Sergeyî Riyabkov, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Îran, Tirkiye û Rûsiye wek welatên ganatorên  pêvajoya Astanê, ji bo çareserkirina  qeyrana Sûriyê li asta siyasî û praktîkî berdewam dişêwirin.

Sergeyî Riyabkov destnîşan kir: Rûsiye li kêleka Tirkiyê, Îran û nûnerê taybet ê Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê li çarçoveya  avakirina komîta hevpar a qanûna bingehîn navbera aliyên sûrî hewl dide ku ev komîteya  bona  reforma  qanûna bingehîn li vî welatî bighêje nihêrîneka hevpar.

Başa dön tuşu