Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê diyar kir: Moskowa ji ber mayîn Emerîkayê li rojhilata Firatê li Sûriyê dilgiran e ji ber ku ev kiryara Koşka Sipî li dijî serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê dizane.
Li gorî rapora RT Arabic, Sergeyî Riyabkov, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Îran, Tirkiye û Rûsiye wek welatên ganatorên pêvajoya Astanê, ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê li asta siyasî û praktîkî berdewam dişêwirin.
Sergeyî Riyabkov destnîşan kir: Rûsiye li kêleka Tirkiyê, Îran û nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê li çarçoveya avakirina komîta hevpar a qanûna bingehîn navbera aliyên sûrî hewl dide ku ev komîteya bona reforma qanûna bingehîn li vî welatî bighêje nihêrîneka hevpar.