NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Helebê

Çavkaniyên nûçeyan ji serketinên artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Heleba li bajkûrê vî welatî, agahî dan.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, hêzên artêşa Sûriyê, roja yekşemiyê li operasyona berfireh a dijî DAIŞ`ê, serketinên berbiçav bi dest xistin û riyê alîkarîgihandina ji bo terorîstan li navçeya zankoyan li başûrê Helebê, qut kirin.

Di eynî demê de, hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li ser 25 komavahiyan li başûrê navçeya ser navê plana 1070 malan li dorhêla başûrî ya Helebê, serdest bûn û ev navçeyan ji terorîstan standin.

Di encama vê operasyonê de hejmareka din a terorîstên li Sûriyê û ji wan serkirdeyên wan hatin kuştin.

Operasyona terorîstan a bona dagîrkirina karistana Simîtê li taxa El Ramûseya bajarê Helebê jî pûç bû û ser neket.

Du kesên sivîl ên sûrî jî di encama êrişên mûşekî yên komên terorîst de ser taxa Selahedînê li bakûrê Helebê, hatin kuştin û hejmarek jî birîndar pûn.

Artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê, herwiha êrişa koma terorîst a DAIŞ`ê ser navçeya Cub el Cerahê û Mekser El Hesanê û navçeyên leşkerî yên li derdora navçeya sîlûyan li dorhêla rojhilatê ya Humsê, pûç kirin ku bû sedema mirin û birîndarbûna nêzî 60 terorîstan.

Hêzên artêşa Sûriyê li dorhêla Dêêyrzor, hums û Suweydaya Sûriyê jî bi endamên koma terorîst a DAIŞ`ê re pevçûn û xisarên giran li terorîstan xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu