NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina tam a bajarê El-Til`ê li derdora Dimeşqê

Navenda hevdengkirina agirbesê ya Rûsyayê li Sûrîyê îro ragihand ku artêşa Sûrîyê bajarê El-Til li derdora Dimeşqê piştî azadkirinê tam xist bin kontrola xwe.

Navenda hevdengkirina agirbesê ya Rûsyayê li Sûrîyê bi daxûyanîyekê herwiha ragihand: Bajarê El-Til li derdora bajarê Şamê ku berî şêrr 60 hezar kes lê dijîyan, niha tam ketîye bin kontrola hêzên artêşa Sûrîyê.

Di vê daxûyanîyê da hatîye ku zêde ji 500 têrorîstên Feth ul Şamê û 1500 kes ji malbatên wan piştî radestkirina sîlehên xwe ji bajarê El-Tilê derketin û derbasî Idlibê bûn.

Berî vîya hêzên dewleta Sûrîyê bajarê Xanşêxê li 15 kîlomêtrîya Şamê azad kirin. Ji hêla din va, pêşdaçûna hêzên Sûrîyê li deverên rojhilata Helebê û paqijkirina deverên azadbûyî didome.

Di vê çarçovê da Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku tîmeke taybet a paqijkirina mayînan a Rûsî bo Helebê hatiye şandin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxûyaniyekê ragihand, ‘Ji Navenda Çalakiyan a Hêzên Çekdarên Rûsyayê tîmeke pûçkirina mayînan daketiye baregeha hewayî ya Hemeymimê li Sûrîyê.

Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku dê ew tîm li herêmên Helebê yên ji destê çekdaran hatine rizgarkirin dest bi xebatê bike.

Hat ragihandin ku di wê tîmê de seyên tesbîta mayînan dikin jî hene. Berî niha jî pisporên Rûsî di meha Adarê da bajarê Palmîra ya dîrokî piştî rizgarkirina ji destê DAIŞ`ê paqij kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu