IraqNûçeRojhilatanavin

Li nav bajêr depoya çekdaran hat dîtin: 10 hezar gulleyên hawinê tê de ne

Li Taxa Gogcelî ya Mûsilê, hêzên Iraqê dest danîne ser embareke mezin a çekên DAIŞê.

Di çarçoveya operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê de, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li Taxa Gogcelî ya Mûsilê dest danîn ser 6 kargehên çêkirina teqmenî û 10 hezar gulleyên hawinê.

Wezareta Berevaniya Iraqê îro duşemî 26ê Kanûna 2016ê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên Saziya Îstixbarata Serbazî ya ser bi Fermandeyiya Operasyonên Neynewayê, li devera Bazwaya-Gogcelî êrişî çekdarên DAIŞê kirin û dest bi ser 6 kargehên teqemeniyê de girtin, ku taybet bûn bi çêkirina gulleyên hawinê yên 120 mm.”

Li gotî heman daxuyaniyê, “hêzên ewlehiyê yên Iraqê dest danîn ser 10 hezar gulleyên hawinê jî, ku çekdarên DAIŞê dixwastin, bi wan gulleyan hêzên ewlehî yên Iraqê û rûniştvanên wan deveran topbaran bikin, ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kontrolkirin.”

Dema destpêkirina êrişa befireh a DAIŞê li Iraqê di sala 2014ê de, hejmareke zêde ya otomobîlên serbazî û çek û teqemeniyên Artêşa Iraqê bi buhayê çend milyar dolaran ketine destê çekdarên DAIŞê û paşê ew çek, teqemenî û amûrên serbazî ji aliyê DAIŞê ve li dijî Artêşa Iraqê hatin bikaranîn.

Li Hewîceyê 7 çekdarên DAIŞê bi bombeyan xwe kuştin

Wezareta Berevaniya Iraqê herwiha ragihand, ku li rojavayê Kerkûkê 7 çekdarên DAIŞê bi bombeyên wê rêxistinê bi xwe hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji ber barîna rêjeyeke zêde ya baranê li navçeya Hewîce ya ser bi Kerkûkê, çend tûnelên çekdarên DAIŞê ketin bin avê.

Herwiha di encama barîna baranê û rabûna lehiyê li hin cihên Hewîceyê jî, gelek bombe û mînên ku DAIŞê danîbûn, derketin ser erdê û cihê wan aşkere bû.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di encama derketina bombeyên DAIŞê de û ji ber ku tûnelên DAIŞê ketine bin avê, 7 çekdarên wê rêxistinê li Hewîce ya Rojavayê Kerkûkê bi bombeyên rêxistinê bi xwe hatine kuştin.

Li Enbarê jî kargeh û embareke çekan hat dîtin

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Iraqê de herwiha amaje bi wê jî hatiye kirin, ku hêzên ewlehiyê yên wî welatî li navçeya Rawe ya li rojavayê parêzgeha Enbarê, karegehe bombekirinê, embareke çek û teqemeniyan, herwiha navenda fermandeyî û kontrolê ya çekdarên DAIŞê dîtine.

Wezaretê diyar kiriye, ku hêzên wan bi piştgirêdan bi zanyariyên îstixbaratî û çavdêriya firokeyên şer ên Artêşa Iraqê, karîne wan cihên DAIŞê aşkere bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu