NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê li hemberî têrorîstan li Idlibê

Artêşa Sûriyê di dewama opêrasiyona xwe li parêzgeha Idlibê lin bakurê rojavaya vî welatî, karî ku kontrola gundên Meşîrfe, Zebxe, Mexaze û bajarokên Tame û Waridê bigire destê xwe.

Li gorî rapora Fars News`ê, koma ragihandinê ya El Îlam El Herbiyê ragihand: “Hêzên sûrî roja Pêncşemiyê piştî azadkirina gundê Meşîrfeyê opêrasiyona xwe li navçeya bakur a Berevaniya hewayî (Berevaniya dijî êrîşa esmanî) domandin û kontrola gundên Zebxe û Mexazeyê girtin destê xwe.“

Li gorî ragihandina vê mêdyayê, piştî serdestiya lis er van du gundan, artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê karîn bajarokên Tame û Waridê jî kontrol bikin û piştra li başûrê rojhilata gundê stratijîk ên Ebudaliyê opêrasiyona xwe bidomînin.

Li gorî vê raporê di dewama vê opêrasiyonê da bilindahiyê stratijîk ên Til Meqteyê jî ketin bin kontrola hêzên Berxwedanê. Ev bilindahî ji aliyê başûrê rojhilat va li ser gundê Ebudaliyê ne.

Artêşa Sûriyê roja bihurî anku Çarşemiyê jî gundê Um Hartînê li derdora bakurê rojhilata parêzgeha Hemahê li rojavaya Sûriyê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kirin.

Opêrasiyona artêşa Sûriyê ber bi bakurê rojhilata Hemahê ji çend mehan berî niha va didome û di encama wê da gellek ji gund û  girên nêzikî vê navçeyê ketine bin destê hêzên sûrî.

Başa dön tuşu