Artêşa Sûriyê li dewama pêşdeçûnên xwe karî çend navendan ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê bi piştgiriya balefirên cengê yên Rûsiyê li rojava bajarê Tedmûrê li parêzgeha Humsê azad bikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke meydanî li artêşa Sûriyê roja sêşemiyê ragihand: Yekîneyên artêşê çend navend ji wan navenda stratejîk a El-Efxanê li rojava Tedmûrê piştî pevçûnên tund tev terorîstên DAIŞ`ê xistin bin kontrola xwe.
Eva li halekî ye ku operasyona paqijkirina derdora gundên El-Beyze El-Şerqiye û El-Beyze El-Xerbiye ji maynan û bombeyên ku DAIŞ`ê li riya bakurê rojhilata Tedmûrê bi cih kirine, didome.
Bajarê dîrokî yê Palmîrayê par piştî çend heftiyan şerê giran navbera hêzên artêşê û terorîstan ji lepên DAIŞ`ê hat azadkirin.
Her wiha fermandeyekî meydanî li artêşa Sûriyê ragihand: Hêzên sûrî gundê Bîre El-Bab û Tepe stratejîk a El-Hewarê li derdora rojhilata Helebê xistin bin kontrola xwe.
Vî fermandeyê meydanî diyar kir: Artêş pêşdeçûnên xwe li derdora bajarê Babê ber bi navça Tadifê didomîne û terorîstên DAIŞ`ê li halê reviyana ber bi rojhilatê va ne.
Sûriye zêdetir ji 5 salan e ji ber hizûra grûpên çekdar û terorîstî yên mîna DAIŞ`ê û bereya El-Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçê piştgirî dibin, rastî qeyranê hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)