NûçeRojhilatanavinYemen

Serketina artêşa Yemenê li Cîzanê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li êrişa nişkêveyî ser navenda siûdî ya El-Meqernê li Cîzanê nêzîkî bajarê sînorî ya Minbeyê ew têk birin.

 Li gorî rapora Al-Alamê, erkantiya ragihandina şêr  roja înê bi ragihandina vê nûçê got : Hêzên hevpar ên Yemenê li berteka li hember êrişên Erebistanê, li vê operasyonê navend û teşkîlata wê dan ber gullan ku bû sedema jinavçûna wê.

Erkantiya ragihandina  şêr a Yemenê her wiha ragihand li vê operasyona hêzên çavdêrê Erebistanê hatiye kuştin û 5 trimbêlên wan hatine îmhakirin û depoya çekê siûdiayn teqî û gelek kelûmelên eskerî hatin xenîmkirin.

Çavkaniyeke  yemenî jî li bara şikesta hêzên kirêgirtiyê Erebistanê jibo pêşdeçûna  li navça çiyayî ya Qutebê û Rebahê li derdora bajarê Nehem ji aliyê artêşa Yemenê agahî da ku li encama wê, bi dehan  kes ji hêzên  siûdî hatine kuştin an birîndar bûn.

Erebistan bi piştgiriya Emerîka û  Brîtanyayê ji Adara 2015`an  êrişên xwe ser gelê Yemenê jibo vegerandina  Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî destpê kiriye.

Destdirêjiya hewayî ya Erebistanê ser Yemenê  heya niha canê bi hezaran kesî girtiye û binavahiyên  ev welatê feqîr û xizan ê erebî kavil kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu