Rayedarên Kolombiyayê li bara serketina basikê rast ê tunrew li dewara dudiyan a hilbijartuinên serokkomariya vî welatî agahî dan.
Li gorî rapora France Pressê, rayedarên Kolombiyayê raghandin ku Îvan Dûk, ji basikê rast ê tundrew ê kolombiyayê, li dewra dudiyan a hilbiajrtinên serokkomariya vî welatî bi ser ket.
Dewra dudiyan a hilbijartinên serokkomariya Kolombiyyaê roja yekşemiyê bi hevrikiya Îvan Dûk û Gustav Pêtro, şaredarê berê yê çepgirê Bogotayê yê paytextê destpê bû.
Eva cara yekê ye ku berbijarên du basikên çep û rast ên Kolombiyayê li van hilbijartinan hevrikiyê dikin.
Tu yek ji berbijarên hilbijartina serokkomariya Kolombiyayê nekarîbûn li dewara ewil a van hilbijartinan li 27 Gulanê, zêde ji nîva dengan bi dest bixin.
Li dewra ewil a hilbijartinê, Îvan Dûk, berbijarê rastgir sedî 39.15 û Gostav Pêtro berbijarê çepgir sedî 25.08 dengan bi dest xistibûn.