Li dewama opêrasyona azadkirina Mûsilê, hêzên iraqî karîn ku di çarçova serketineke din da, kontrola perravê rojavaya çemê Diclê bêxin destê xwe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Evdilemîr Yarulah fermandarê opêrasyona Nêynewayê duh danê êvarê ragihand ku hêzên iraqî karîn gundên Cemase û Hemîdatê li derdora bakûra bajarê Mûsilê azad bikin û perrava rojavaya Diclê jî bêxin bin kontrola xwe.
Fermandarê opêrasyona Nêynewayê herwiha got: Hêzên iraqî herwiha karîn hejmareke din a taxên Mûsilê ji wan taxên Nebî Şêyt, Hey, Amil-1û 2 û Ekîdatê li beşa rojavaya şarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Yarulah herwiha got: Beşa 9 a zêrêhî ya artêşa Iraqê ligel komeke hêzên Heşdi Şeibî başûra beşa Badoş li rojavaya Mûsilê azad kirin.
Beşa Badoşê li bakûra şarê Mûsilê, deverek e ku girtîgeha navdar a wê yek ji cihên kuştina komk ya zîndanîyên iraqî di Hezîrana sala 2014`an da bi destê têrorîstên DAIŞ`ê bûye.
DAIŞ`ê hemî girtîyên di wê zîndanê da, şîe, kurd, êzidî û Şebek hemî di rojekê da kuştin.
Ji hêla din va, bi sedan malbatên iraqî karîn bi alîkarîya hêzên iraqî ji xetên pevçûnê li Mûsilê rizgar bibin û bo deverên hêmin bên veguhestin.
Hêzên hevpar ên iraqî ji destpêka opêrasyona azadkirina beşa rojavaya Mûsilê, ji 19`ê Sibata îsal heta niha karîne dever û gundên curbicur li vê navçê bêxin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)