IraqNûçeRojhilatanavin

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî devera Germiyanê kirin

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî devera Germiyanê ya Hêrema Başûrê Kurdistanê Iraqê kirin û 2 kes revandin.

Rêveberê nahiya Qeretepe ya Germiyanê Wehab Ehmed got, şeva borî çekdarên DAIŞê ketine gundê Tepe yê Qeretepe û 2 kesên ereb revandine.
Nahiya Qeretepe girêdayî bajarê Xaneqînê ye û bi gundên erebên parêzgeha Diyale re hevsînor e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu