FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Şirove – Mijara Filistînê bi nêrîna rêberê Înqilabê

Pirsgirêka Filsitînê mêhwera yekîtiya hemî misilmanan e. Şeşmîn Konfêransa piştgiriya ji întifaze anku Serhildana Filsitînê sibeha roja sêşemiyê bi axaftina hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ku li ser ronkirina meseleyên stratijîk û bingehîn li mijara Filsitînê bûn, dest pê bû.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li beşek ji gotinên xwe li bara mijara Filistînê, armanca komplo û şerên navxweyî yên sepandî li navçeyê lawazkirina piştgiriya ji ramana pîroz a azadkirina Qudsê da zanîn û tevî pêgiriya li ser pêwîstiya xwedûrgirtina komên berxwedana Filistînê ji ketina nav nakokiyên qewmî û mezhebî û nakokiyên navxweyî yên welatan, bi bîr xist ku hemî tevgerên îslam û neteweyî erkdar in ku di xizmeta ramana Filsitînê da bin.

Wî her wiha got: Yên ku Rêjîma Siyonîst li vê navçeyê pêk anîn da ku ji riya sepandina pevçûneke demdirêj rê li pêkhatina aram, istiqrar û pêşketina navçeyê bigirin, niha jî li paş komployêmn heyî da ne.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî komployên heyî li navcçeyê sebeba bûsûdbûn û jinaçûna şiyanên gelan li pevçûnên bêhûde û pêkanîna derfetê ji bo bihzêbûna herî zêdetir a rêjîma dagirker a siyonîst da zanîn û her wiha got: Di vê navberê da em hewildanên xêrxwaz û zanyar û hekîmên umeta îslamî dibînin ku bi awayekî dilsoj li dû çareserkirina van nakokiyan in; Lê mixabin komployên lihevalyayî yên dijmin karîne bi behrewergirtina ji xefleta hinek ji dewletan, şerên navxweuyî li ser gelan bisepînin û wan berdin canê hevdu û hewildana van xêrxwazên umeta îslamî kêmbandor bikin.

Mijara Filsitînê bêguman di nava hemî mijarên hevpar ên umeta îslamî da mijara herî girîng e û vê girîngiyê egerên xwe yên cûrbicûr hene. Egera yekem meseleya xesbkirin û dagirkirna welatekî û awarekiirna gelekî ji welatê xwe ye ku bi ti qanûneke navneteweyî meriv nikare jê derbas bibe yan wê bispîre paşxaneya dîrokê. Egera duyem; kûrahiya karesata dijî mirovahiyê û zilma dîrokî ye ku li ser gelê Filsitînê hatiye sepandin. Egera sêyem hewildana ji bo xerakirin û jinavbirina qublegeha yekem a misilmanan e.

Rêjîma Siyonîst bi dagirkirina welatê Fislitînê li nuxteya herî hestiyar a cîhana îslamê bûye baregeha leşkerî, ewlehî û siyasî ya dwewletên istikbarî ji bo sekinîna li hemberî îslam û misilmanan û ev rastiya ku Israîl bûye serçaviya têrorîsmê û çavkaniya bêewlehî û gefan li navçe û cîhanê jî divê wek egerek din ji bo pêwîstiya berçavgirtina meseleya Filistînê be.

Siyonîsm bi hevkariya koledarên wekî Inglîsê û di bin sîvana piştgiriya çekdarî û malî ya Amerîkayê bi xesbkirina welatê Filsitînê bûye şûnpêyek ji bo berfirekirina bandor û serdestîxwaziya xwe li cîhanê. Bê guman gefa ku roja îro li hemberî cîhana îslamê û bi taybet mijara Filsitînê ye, xafilbûn û berçavnegirtina gefên Rêjîma Siyonîst li navçeyê ye. Bê guman renc û êşên bêdawî yên bi miliyonan awareyên filistînî û hewildana ji bo jinavbirina beşeke girîng ji pênaseya dîrokî û îslamî ji cîhana îslamê, vê rastiyê bi bîr dêxe ku her roja ku li temenê vê rêjîma dagirker zêde bibe, ziyan û afetên vê rêjîmê jî kûrtir û berfiretir dibin.

Eger çi ku gelê Filsitînê bi berxwedana xwe ya bêhempar û tevgera Întifazeyê berxwedan û cangorîtiya xwe selimandiye; Lê eva bi vê wateyê nîne ku êdî ti erkek li ser milê cîhana îslamê nîne. Li vê heyama hestiyar meseleya Filsitînê û Serhildanan Qudsê destpêka qonaxeke diyarker li çarenivîsa umeta îslamî tê hesêb û piştgiriya ji wê dikare bibe sedema komcivateke bihêz, pêşketî û hevgirtî ya îslamî û dawî li serdema dagirkerî û zilma dîrokî ya li ser gelê Filistînê bîne. Meseleya Filistînê roja îro duqat girîng bûye û gelê Filsitînê mafê wî heye ku di vê rewşê da çaverêtiya xwe ya zêdetir ji welatên îslamî hebe. Roja îro çarenivîsa Filistînê girêdayî bi pêkanîna vê erka dîrokî û berpirsiyariya dînî ya hemû misilmanan e.

Cîhana îslamê divê yekcar û ji bo hertim nîşan bide ku vîn û îradeyeke ciddî ji bo piştgiriya ji Filistînê heye. Dîrok di pêşerojeke ne pirr dûr da dê li bara vê erka mezin a însanî û îslamî dadweriyê bike û wê nîşan bide ku tevgerên qaşo aştîxwaz û dewletên ku li ser navê dewleta îslamî ketine kêleka Israîlê û bûne şirîk û hevpeymana cinayetên vê rêjîmê, nikarin çirûskên serhildan û berxwedanê xeva bikin û gelê Filistînê neçar bikin ku rewatiya rêjîma sexte ya siyonîst qebûl bike.

Wisa ku rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li beşek ji axaftina xwe destnîşan kir; Yek ji destkeftên Konfêransa Piştgiriya ji Întifazeyê, hilêxistina mijara sereke ya cîhana îslamê û azadîxwazên cîhanê yanê mijara Filsitînê û pêkanîna rewşa hevdiliyê ji bo serêxwegirtina armanca bilind a piştgiriya ji gelê Filsitînê û têkoşînên heqxwazî û edaletxwaziyê ye û divê girîngiya piştgiriya siyasî ji gelê Filsitînê nema were xefletkirin; Çimku ev mesele di cîhana îroyîn da xwedana sereketiya taybet e û gelên misilman û azadîxwaz bi her selîqe û şekl û şêwazekê, dikarin li dora armancekê yanê Filistînê û pêwîstiya hewildana ji bo azadiya wî li hev bicivin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu