NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina hêzên Sûriyê li bakurê vî welatî

Hêzên Sûriyê di opêrasiyoneke heşt saetî bajarokê Stratijîk ê El Raşêdîna 5 li bakurê vî welatî ji bin dagirkeriya çeteyên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê (Fetha Şamê) azad kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, hêzên sûrî bi alîkariya hêzên berxwedanê berêvariya yekşemiyê bi piştevaniya yekîneya mûşekî opêrasiyonek ji rojavaya Bazar El Cebesê li dijî çeper û baregehên Cebheya Nusreyê li bajarokê El Raşidîna 5 dest pê kirin û serê axir piştî derdora heşt saetan ev bajarok xistin bin kontrola xwe.

Piştî azadkirina Bazar El Cebesê li rojhilata bajarokên El Raşidîna 4 û 5 li başûrê rojavaya Helebê, firokeyên şêrr ên sûrî, topxaneya artêşê û yekîneya mûşekî ya Sûriyê êrîşên berfireh li ser baregehên têrorîstan di heyama çend rojên buhurî da pêk anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu