ÎranNûçeRojhilatanavin

Serketina Îranê li warê sekinîna li hemberî nexweşiya HIV`yê

Sefîr û nunerê dayimî yê Îranê li NY got ku Îranê bi pêngavên baş di warê sekinîna li hemberî nexweşiya HIV`yê da yek ji planên herî kêrhatî yên kêmkirina ziyanên vê nexweşiyê li Rojhilata Navînê bi awayekî serketî cih aniye.

Xulamelî Xoşrû, duh li civîna NY ya taybetî nexweşiya HIV`yê got: Komara Islamiya Îranê li vê dawiyê plana nû ya kokbirrkirina nexweşiya HIV`yê heta sala 2030`yê amade kiriye.

Xoşrû her wiha got: Îran bi dû bersivdayîna pêwîst li hemberî pêla tê ya nexweşiya HIV`yê bi pêngavên tam e ku tevî berçavgirtina belgeyên zanistî, hestyariyên çandî jî berçav digire.

Nunerê dayimî yê Îranê li NY bal kişande ser viya ku ji sedî 95`ê xercên sekinîna li hemberî nexweşiya HIV`yê ji çavkaniyên netewî yên Îranê tê dabînkirin û alîkariyên cîhanî tenê ji sedî 5`ê xercên vî karî dabîn dikin û got: Îran çav li rê ye piştî lihevkirina navokiya ligel Koma 5+1`ê derfetên zêdetir jibo veguhestina têknolojî û pisporiyên pêwîst jibo Îranê pêk bên.

Xoşrû tekez kir ku Îran ji wan kêm welatên Rojhilata Navînê û Kendava Farsê ye ku sîstemeke çavdêrî û nirxandinê di vî warî da pêk aniye û ragihand ku Îran jibo veguhestina tecrubeyên di warên kêmkirina ziyanan û kontrolkirina HIV`yê amade ye.

Zêde ji 70 kes ji wezareta tenduristiyê û bi dehan kes ji rayedarên tenduristiyê û saziyên sivîl di vê civîna sêrojî da ku duh li New Yorkê bi rê ket pişkdar bûn û li dawiyê daxûyaniya siyasî ya HIV`yê ku li gorî wê plana “ kokbirrkirina HIV`yê heta sala 2030`yê“ hat pejirand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu