ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Hevgavê êrişên balefirên cengê yên siûdî ser navçên curbicure Yemenê

Hevgavê êrişên balefirên cengê yên siûdî ser navçên curbicure Yemenê, qayiqên cengê yên Erebistanê jî çend mûşek ber bi parêzgeha Teizê li başûrê rojava Yemenê avêtin.

Li encama vê êrişê 10 kesên sivîl hatin kuşti  û bi dehan kes jî birîndar bûn.  Mûşekeke eskerên siûdî jî li navça Xûxe ya parêzgeha  Hedîdê, li rojava Yemenê ket ku li encama wê welatiyekî yemenî hat kuştin.

Herîkêm 6 kes jî li encama  êrişên  balefirên cengê yên siûdiyan ser bazarekê li parêzgeha Sedê, li bakurê Yemenê hatin kuştin.

Di eynî demê de televîayona El-Mesîrê ya Yemenê jî ragihand balefirên  cengê yên  siûdiyan hin beşên  bajarê Serwahê li parêzgeha  Marebê çend caran bombebaran kirin. Li bara xisarên muhtemel ên vê êrişê tiştek nehatiye weşandin.

Erebistanê ji Adara 2015an ve jibo vegerandina  Ebd Rebê Menûsr Hadî, serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser qawetê, êrişên xwe ser vî welatî destpê kiriye. Li encama  van êrişana  heya niha  nêzîkî 40 hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu