IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên artêşê taxeke din ji destê DAIŞê deranîn

Hat ragihandin ku hêzên firqeya 16 a artêşa Iraqê li bakurê rojhilatê Mûsilê taxa el-Erebî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn.

Herwiha piştî kontrolkirina taxa El-Erebî ya Mûsilê, hêzên Artêşa Iraqê berê şer ber bi taxa Reşîd guherîne û piştî pevçûnan, niha gihîştine ber derwazeyên vê taxê. Firokeyên şer ên hevpeymanan jî li ser asîmanê Mûsilê digerin û bi bombekirina çeper û binkeyên DAIŞê, piştevaniyê li hêzên iraqî dikin.

Piştî kontrolkirina taxa El-Erebî, niha terorîstên DAIŞê tenê li 2 taxên Reşîd û Melayîn ên aliyê çepê yê bajarê Mûsilê mane ku hêzên artêşa Iraqê bo kontrolkirina wan her du taxan jî hewl didin. Niha li taxa nû kontrolkirî ya El-Erebî ya bajarê Mûsilê ye liv û tevegera terorîstên DAIŞê li aliyê rastê yê Mûsilê zêdetir bûye û tevgera wan ji aliyê çepê yê bajêr ve tê dîtin.

Terorîstên DAIŞê li aliyê rastê yê Mûsilê bilez hatinûçûnê dikin, egera wê yekê heye ku ew li tevgerên terorîstên DAIŞê weke amadekariyekê bo şandina hêzên piştevanî ber bi aliyê çepê yê Mûsilê û her du taxên Reşîd û Melayîn be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu