IraqNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Sîstanî: Nabe kesyetiyên berê bibin serokwezîrê Iraqê

Nivîsgeha Ayetullah Elî Sîstanî merceyê bilindqedr ê şîeyan li Iraqê li bara îdiaya dijberiya merceyeta olî tev hin kesayetiyan bona bidestxistina posta serokwezîriya Iraqê raghand: Merceyeta bilind a olî tenê raghandiye ku serokwezîrê nû nabe ji van kesayetiyan be ku li salên derbasbûyî li hikûmetê bûne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke nêzîkî nivîsgeha  ayetullah Sîstanî merceyê bilidqedr ê şîeyên Iraqê li daxûyaniyekê ku  îro duşemiyê ser malpera fermî ya nivîsgeha ayetullah Sîstanî de hat danîn, got: Tiştê ku hin nûneran li medyan raghandine  ku merceyetê hin siyasetvan kivş kirine bi bijartina  wan bo posta serokwezîriyê dijberî kiriye, nerast e.

Vê çavkaniya nêzîkî nivîsgeha ayetullah Sîstanî her wiha  got: Mijara berbijariyê  li hember  posta serokwezîriya Iraqê ji desthilatên  firaksiyona mezin li gor qanûna bingehîn e û yên din nikarin li hember wê bisekinin.

Li gor vê daxûyaniyê,merceyeta bilind a şîeyan li Iraqê  daxwaza kesayetiyekî nû dike ku xwediyê hêjatî, wêrektî, û berpirsiyariyê be da ku îmkana  peywendî û tewsiyên  bo wî li bara  tiştê ku li bara berjewendiyên  welêt in hebe û  ne ku merceyet dê boykota rayedarên  dewletî bidomînin.

Sebah El-Saidî yek ji rêberên  hevalbendiya Sairûnê îro raghandi bû ku merceyeta bilind a olî ya Iraqê bi posta serokwezriyê ji aliyê pênc berbiajrên  navbuhurî bo posta serokwezîriya Iraqê dijberiyê dike.

Başa dön tuşu