NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina nû ya artêşa Sûriyê: Azadkirina bajarokê Reyhanê li Xûteya rojhilatê

Artşa Sûriyê di dewama pêşdeçûna xwe li navça Xûteya rojhilat a Şamê, roja înê bajarokê Reyhanê li vê navça stratejîk xist bin kontrola xwe.

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên herêmî raghandin: Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê tim li halê pêşdeçûna li navçên curbicure Xûteya rojhilatê ne.

Artêşa Sûriyê piştî 16 rojan pevçûna bi terorîstan li Xûteya rojhilatê zêde ji sedî 70 ê navçên ku di bin kontrola DAIŞ`ê de bûn, azad kirin.

Yekînên artêşa Sûriyê li vê midehê karîne bi êrişa ser meqerên terorîstan, navçên Seqba, Misraba, Hewş El-Eşerî, Hewş Qebîbat, El-Muhemediyê, Hewş El-Salhiyê, Hewş Xiabû, El-Neşabiyê, Mezari El-Eb û Bêyt Nayemê ji lepên terorîstan li Xûteya rojhilatê azad bikin.

Artêşa Sûriyê bi van serketinan, Xûteya rojhilatê li derdora Şamê bi sê beşan par vekiriye û ji ber vê meselê dorpêça terorîstan li navçên curbicure Xûteya Rojhilaltê girantir bûye.

Başa dön tuşu