IraqNûçeRojhilatanavin

Serketina şerê Mûsilê bi qumandetiya hêzên iraqî

Operasyona azadkirina Mûsil a navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê ji binlepên koma terorîst a DAIŞ`ê ku ji sibeha roja duşemiyê va dest pê bûye, ber bi pêş da diçe.

Hêzên hevpar ên Iraqê, roja sêşemiyê, êrişeka berfireh ji mêhwera El Qiyare ya li başûrê Mûsilê ber bi vî bajarî va dest pê kirin. Çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêzên hevpar ên Iraqê, heya niha zêde ji 15 gundan li başûrê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirine.

Hêzên Pêşmerge û hêza Gelanî ji rojhilat  û başûrê Mûsilê va, alîkariya artêşa Iraqê li şerrê dijî DAIŞ`ê dikin. Serketina roja yekemîn a operasyona azadkirina Mûsilê, nîşan dide ku hêzên hevpar ên Iraqê bona derxistina terorîstên DAIŞ`ê ji parêzgeha Neynewayê, bi viyan û cidî ne.

Serketina dawîn a li operasyona azadkirina Mûsilê, maye ser dewama qumandetiya vê operasyonê bi destê iraqiyan. Amerîka û hin welatên navçê, hewl didan ku şerrê dijî DAIŞ`ê li Mûsilê, bi rê ve bibin lê helwêstên vebirr ên Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, pêşiya vê yekê girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu