CîhanEwropaNûçe

Serketina serokwezîrê Muntinigroyê li hilbijartina serokkomariya vî welatî

Gor ewil agehdariyên ber dest li hilbijartina serokkomariya Muntinigroyê, serokwezîrê vî welatî para pirtire dengan aniye dest û wek serokkomar hatiye bijartin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mîlo Jukanovîç rêberê partiya Sosyal demokrate Muntinigroyê ku serokwezîrê vî welatî bû , bi sedî 53.7 denan wekî serokkomar hatiye bijartin.

Mlaen Boyanîç berbijarê dine serokkomariya Muntinigroyê jî sedî 33.7 dengan aniye dest.

Hilbijartina serokkomariya Muntinigroyê duh yekşemê bi pişkdariya 7 berbijaran birê ket.

Eva cara sisyan piştî serxwebûnê ye ku hilbijartina serokkomariya Muntinigroyê birê dikeve.

Mîlo Jukanovîç ku para pirtire dengan bona serokkomariya Muntinigroyê aniye dest heta niha 6 caran wek serokwezîr û carekê jî wekî serokkomarê vî welatî hatiye bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu