Sebdulfetah Sîsî carek din wekî serokkomarê Misrê hate bijartin.
Li gor rapora medyayên Misrê, pêşencamên hilbijratina serokkomariya vî welatî nîşan dide ku Abdulfetah el Sîsî sedî zêde ji 90 ji dengê xelkê Misrê aniye dest û wisa diyare 23 mîlyon dengdên vî welatî dengê xwe dane Sîsî û ew li rikeberiya tev Mûsa Mustefa Mûsa serokê partiya El-Qed serket .
Eva li halekê ye ku medyayên misrî ragihandine prosa hejmartina dengên xelkê hîn kuta nebûye lê ji niha diyare ku Sîsî carek din wekî serokkomarê vî welatî hatiye bijartin.
Li Misirê hilbijartina serokomariyê 3 rojan dom kir û Abdulfetah el Sîsî bo cara duyem ji bo 4 salan bû serokomarê Misirê.
Li gor rapora Rojnameya El Ahramê, Sîsî sedî zêde ji 90 e dengê xelkê aniye dest.
Rojnameya dewleta Misrê ya El Ekber el Youm jî da zanîn ku reqîbê Sîsî, serokê Partiya El-Qed yanî Musa Mustafa Musa 721 hezar deng aniye dest.
Hat ragihandin ku sedî 50 ji xelkê Misrê pişkdariya vê hilbijartinê kirine û 60 milyon ji xelkê vî welatî dikarîne dengê xwe bidin.
Medyayên Misrê herwisa ragihandine netîca tam a hilbijartina serokkomariya vî welatî dê duşemiya tê bê ragihandin.