ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina Sûriyê li rawestana li ber terorîzmê encama hevkariya mêhwera berxwedanê

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê serketinên Sûriyê li hember terorîstan deyndarê camêrtî û berxwedana gel û artêşa vî welatî û hêzên mêhwera berxwedanê û encama hevdengiyên meydanî û siyasî navbera Îran û Sûriyê da zanîn.

 Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê li Têhranê got: Divê hevdengiya Têhran û Şamê bi armanca parastina destkevtên vî welatî li warên  meydanî û siyasî û her wiha hevkariya jibo vejiyandina aborî ya vî welatî bidomin.

Cehangîr diyar kir Sûriye ev demek e bi handan û tehrîka hin welatên rojava û navçê bi hin terorîstan re rûbirû bûye ku xêncî tund û tûjî û kuştina mirovan  riyeke din tinen û Îran ji dewleta qanûnî û  gelê Sûriyê li rawestana li ber terorîstan piştgiriyê dike.

Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê sefera serokwezîrê Sûriyê bo Têhranê destpêka dewreke nû ji peywendiyên  aborî yên du welatan da zanîn û destnîşan kir jibo belavkirina kelûmelên îranî li bazara Sûriyê,  kirêdîtek hatiye berçavgirtin ku tacir û pêşekarên Îranê ji vê riyê kirêdîtên xwe dabîn bikin û berhemên xwe bişînin Sûriyê.  Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê jî li civîna rojnmaevaniyê ya hevpar ser pêwîstiya dewama gotûbêjên tev rayedarên Îranê tekez kir û got : Îran û Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê di bereyekê de ne û ev xala hevpar divê bibe mînakek jibo giştan.

Îmad Xemîs  qedrê rola Îranê jibo rawestana li ber terorîzmê û piştgiriya ji gel û dewleta Sûriyê li hemî warên siyasî, eskerî û aborî girt û destnîşan kir: Şerê terorîstan û  alîgirên wan tev Sûriyê bi rawestana  gel û artêşa vî welatî işkest xwariye.

Serokwezîrê Sûriyê duşemiyê şevê bi armanca  berfirehkirina  hevkariyan tev Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu