artêşa Sûriyê, roja pêncşemiyê li operasyoneka dijî terorîstên DAIŞ û El Nusrê li Helebê, li halê kemilandina dabînkirina ewlehiya Helebê ne û kontrola garajên Efrîn, navçeya El Seken El Şebabî û kargehên El Lîremûnê girtine destê xwe. Di encama vê operasyonê de, hejmarek terorîst hatine kuştin. Artêşa Sûriyê herwiha piştî revîna bi şev a para zêde ya komên terorîst, derbasî taxa Benî Zeyd a li bakûrê bajarê Helebê bû.
Hêzên artêşa Sûriyê bi awayekî tam kontrola navçeya El Seken El Şebabî ya li taxa Benî Zeydê ya bajarê Helebê girtne destê xwe.
Erkantiya serfermandariya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, ragihand, hemû riyên alîkarîgihandinê û derbasgehên terorîstan ber bi taxên rojhilatî yên bajarê Helebê, hatine girtin.
Erkantiya giştî ya serfermandariya artêşê û hêzên çekdar ragihand, hewl dide bona ku pêşiya vê yekê ku xwîn were rijandin were girtin, bo kesên ku li taxên rojhilatî yên vî bajarî çek girtine destê xwe, derfet were dayîn ku çekên xwe radest bikin.
Li gorî vê raporê artêşa Sûriyê bi dû bi dawîanîna demlidest a şerr û pevçûnan û sedestiya li ser bajarê Helebê ye. Tank û pênzêrên komên terorîst li meydana şerrê li Helebê mane û terorîst jî ji wir revîne.
Hevgavê serdestiya artêşa Sûriyê û şervanên Berxwedanê ser mêhwera stratêjîk a Kastlo- Lîremûna bajarê Helebê, Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê, derfet da kesên ku li beşa başûrî ya bajarê Helebê hatine xapandin û tevlî komên tekfîrî bûne, ta ku çekên xwe radestî dewletê bikin û vegerin nava xelkê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)