NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketinên artêşa Sûriyê li navçên curbicur ên vî welatî

Artêşa Sûriyê li dewama serketinên xwe yên dijî terorîstan karî karistana çîmentoyê li parêzgeha Helebê û navça El-Zehra ji destê terorîstan derxwîne.

Hatiye ragihandin ku li şer û pevçûna di navbera artêşa Sûriyê û terorîstan li Helebê, herî kêm 40 terorîst hatine kuştin.

Artêşa Sûriyê herwisa ragihand; hêzên ewlehiya vî welatî karîn pîşiya birek ji grûpên terorîstî ser rojavaya Helebê bigrin.

Hêzên gelanî bi alîkariya hêzên artêşa Sûriyê karîn li navçên bakûrî û rojhilatî yên parêzgeha Humsê li rojavaya Sûriyê pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê bigrin û xisaretên zav li terorîstan xwînin.

Hatiye ragihandin ku birek ji serkirdeyên DAIŞ`ê jî li van şer û pevçûnan hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu