NûçeRojhilatanavinYemen

Serketinên hêzên hevpar ên yemenî li hember kirêgirtiyên siûdî

Çavkaniyên nûçan ragihandin ku 11 trimbêlên eskerî yên kirêgirtiyên siûdî li rojhilata Mexayê li parêzgeha Teizê li başûrê rojava Yemenê hatin jinavbirin.

  Li gorî rapora  Fars News`ê, hêzên hevpar ên yemenî bi kirêgirtiyên siûdî li rojhilata navça Mexayê, parêzgeha Teizê ketin pevçûnê ku li encama  van pevçûnan da xêncî têkçûna 11 trimbêlan, hejmarek ji çeteyên El-Qaidê û eskerên  sûdanî hatin kuştin an birîndar bûn.

Yekîna  topxane û mûşekên  artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê, navena El-Zebeyê û qereqola Akifê li Cîzanê li başûrê Erebistanê dan ber êrişan.

Çavkaniyên yemenî jî ragihandin trimbêleke zirihî ya artêşa Erebistanê jî li derdora gundê El-Hesîre li Cîzanê îmha bû û pênc kirêgirtiyên siûdî jî li navenda  El-Mekelkelê li Teizê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu