Çavkaniyên nûçan ragihandin ku 11 trimbêlên eskerî yên kirêgirtiyên siûdî li rojhilata Mexayê li parêzgeha Teizê li başûrê rojava Yemenê hatin jinavbirin.
Li gorî rapora Fars News`ê, hêzên hevpar ên yemenî bi kirêgirtiyên siûdî li rojhilata navça Mexayê, parêzgeha Teizê ketin pevçûnê ku li encama van pevçûnan da xêncî têkçûna 11 trimbêlan, hejmarek ji çeteyên El-Qaidê û eskerên sûdanî hatin kuştin an birîndar bûn.
Yekîna topxane û mûşekên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê, navena El-Zebeyê û qereqola Akifê li Cîzanê li başûrê Erebistanê dan ber êrişan.
Çavkaniyên yemenî jî ragihandin trimbêleke zirihî ya artêşa Erebistanê jî li derdora gundê El-Hesîre li Cîzanê îmha bû û pênc kirêgirtiyên siûdî jî li navenda El-Mekelkelê li Teizê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)