NûçeRojhilatanavinSûriye

Serkirdê terorîstên bereya El-Nusre li parêzgeha Idilba Sûriyê hat kuştin

Çavkaniyên nûçan ên sûrî roja înê ragihandin Yûnis Şueyb nasiyar bi Ebûhesen, serkirdê grûpa terorîstî ya bereya El-Nusre li parêzgeha Idliba Sûriyê hatiye kuştin.

  Li gorî rapora malpera nûçan a El-Wetenê online, endamê grûpa terorîstî ya bereya El-Nusrê, li encama êrişa balefirên nenas ser mala wî li bajaroka  Teftnazê li derdora bakurê rojhilata Idlibê hatiye kuştin.

Hûrgiliyên  vê nûçê nehatine  ragihandin.

25 terorîst jî roja çarçemiyê li encama êrişa  balefirên nenas ser meqerê sereke yê bereya El-Nusre li parêzgeha Idliba Sûriyê hatine kuştin

Medya qeterî ji zarê çavkaniyekê li bereya El-Nusre ragihand ku li encama  ev êrişa hewayî meqera sereke  ya vê grûpê li navçeyekê navbera du bajarokên  Sermeda û Keferderyanê li bakurê rojava  Idlibê ketiye ber êrişê.

Bereya El-Nusre ji grûpên çekdar e ku ji aliyê Konseya ewlehiyê ya NY li kêleka DAIŞ`ê wek grûpa terorîstî hatiye naskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu