İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serkirdê têrorîstên Tehrîr ul Şamê li Idlibê hat kuştinê

Tevî agirbesa di navbera komên têrorîst li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyê de, gêre û kuştina serkirdên van komên têrorîst didome.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, kuştina serkirdên komên têrorîst li halekî ye ku koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê roja sêşemê bi daxûyanîyekê basa rêketinama agirbesê bi komên têrorîst ên Cebhet ul Tehrîr Sûrîya û Seqûr ul Şamê kir û idia kir ku ev rêketinama ji bo sekinandina dayimî ya pevçûnan e.

Tevî rêketinama agirbesê, çavkanîyên dijberên sûrî ragihandin ku Ebû Werd Keferbetîx serkirdê têrorîstên Tehrîr ul Şamê digel zêrevanê xwe li bajarê Muerre Nuimanê li Idlibê hat kuştinê.

Ebû Muslim Biniş serkirdeyekî koma têrorîst a Ceyş ul Ehrarê jî li derdora şarê Binişê li Idlibê bi destê çend kesên nenas hat kuştinê.

Malpera ragihandinê ya neyarên sûrî Qasîyonê jî ragihand: Mistefa Hac Elî serokê çiqa ragihandinê ya Dayra Perwerda parêzgeha Idlibê ser bi dijberên sûrî li nêzîkî gundê Nîrebê li rojhilata Idlibê ket ber êrişê lê sax filitî.

Exit mobile version