Serkirdeyê DAIŞê Ebû Hemzeyê Kurdî hat girtin
Jêderekî agehdar ji dadgeha Iraqê ragehand ku, îtirafên serkirdeykî mezin ê DAIŞê ku, weke waliyê Kerkûkê dihat naskirin ji aliyê dadgehê ve hatin tomar kirin.
Jêderekî ji dadgeha Kerix ya ku, taybet bi doseyên terorê ye ragehand , serkirdeyê DAIŞê Ebû Hemzeyê Kurdî li xwe mukir hat ku, ew berpirsê çendîn kiryarên terorîstî bû û posta waliyê bakurê Bexda wergirtibû berî ku, bibe waliyê Kerkûkê.
Herwiha Encûmena bilind a Dadwerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku, kiryara herî diyar a Ebû Hemzeyê Kurdî, tohmetbariya wî ya dîlgirtina 21 efser û pêşmerge ye û piştî wê kişandina wêneyên wan ên bi cilên pirtaqalî li Mûsilê bi otombîlekê gerandine.
Herwiha encûmena bilind a dadwerî ya Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, îtirafên wî terorîstî hatin tomar kirin û dê li gor yasayê were ceza kirin.