ÎranNûçeRojhilatanavin

Serkirdeyekî DAIŞ`ê li sînorên Îranê hat kuştin

Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorên Îranê hat kuştin.

Seyd Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê şeva derbasbûyî li merasima  tazîdariya wefata pêxemberê hêja (S) û şehadeta Îmam  Hesenê Mucteba(S) li Kerecê li rojava Têhranê got: “Navê vî endamê DAIŞ`ê Ebû Ayişe Kurdî bû ku bi hişyariya  hêzên ewlehiyê yên Îranê hat naskirin û hat kuştin“.

Seyd Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: “Hêzên ewlehiyê yên Îranê nahêlin dijmin derbê li ewlehiya Îrana îslamî xînin“.

Seyd Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bala xwe da ser pêwîstiya berbelavkirina exlaqê li civakê û destnîşan kir ku Înqilaba Îslamî li Îranê jibo rewacdana  çanda  nebewî li civakê û qencîkirina xelkê bi hev re hat damezrandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu