Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorên Îranê hat kuştin.
Seyd Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê şeva derbasbûyî li merasima tazîdariya wefata pêxemberê hêja (S) û şehadeta Îmam Hesenê Mucteba(S) li Kerecê li rojava Têhranê got: “Navê vî endamê DAIŞ`ê Ebû Ayişe Kurdî bû ku bi hişyariya hêzên ewlehiyê yên Îranê hat naskirin û hat kuştin“.
Seyd Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: “Hêzên ewlehiyê yên Îranê nahêlin dijmin derbê li ewlehiya Îrana îslamî xînin“.
Seyd Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bala xwe da ser pêwîstiya berbelavkirina exlaqê li civakê û destnîşan kir ku Înqilaba Îslamî li Îranê jibo rewacdana çanda nebewî li civakê û qencîkirina xelkê bi hev re hat damezrandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)