IraqNûçeRojhilatanavin

‪Fellûceyî‬: ‘‪DAIŞê‬ li beramberî xwarinê sivîl dişandin şer’

Pêşveçûna Artêşa Iraqê ber bi bajarê Fellûceyê ve didome. Fellûciyen ku ji destê DAIŞê reviyan ragihandin ku rêxistinê li beramberî xwarinê sivîl dişandin şer.

Artêşa Iraqê piştî şerê DAIŞê demeke dirêj ji bo sivîlan korîdorek vekir û sivîlên ku ji Fellûceyê reviyan gihîştin herêmên ewle. Yek ji şêniyên Fellûceyê Hena Mehdî Feyad ji ajansa Reutersê re behsa wan rojên xwe ku bi cehenemî bi nav dikir û got: ‘Piştî ku li bajêr xwarin qediya, milîtanên DAIŞê her roj serdana malan dikirin. Ji Ciranê me re gotin heke kurê te tevlî me bibe em ê ard bidin te, malbatê ev qebûl nekir û ji mala xwe reviyan. Me bi meha xwarin peyde nedikir û buhayê her tiştî 3 — 4 qat zêde bibû.’

Yek ji şahide bûyerê din Azhar Nazar Hadiyê 45 salî got: ‘Rêxistina terorîst a DAIŞê xwest me li navenda bajêr kombike û ji xwe re bike mertalê zindî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu