AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Ewropayê bi awayê fermî damezirandina Kanala taybet a ticarî digel Îranê ragihand

Li gorî rapora IRNAyê, Hayko Mas, Cêrmî Hant û Jan Îvê Lu Dêriyan wezîrên karên derve yên Almanya, Brîtanya û Fransayê piştî civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewopayê li Boxarêsta (Boekarest) paytexta Romanyayê, bi daxûyaniyeka hevpar ragihandin ku Kanala malî ya Yekîtiya Ewropayê tev Îranê nasyar bi Însteksê (INSTEX) bi awayekî fermî hatiye damezirandin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ragihandin ku Almanya, Brîtanya û Fransayê di dewama sozên qahîm û hewildanên xwe yên domdar jibo parastina Lihevkirina Atomî ku bi rêya biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY va hatiye piştrastkirin, damezirandina INSTEX’ê anku “Amûra Piştgiriya ji Danûstandinên Ticarî” radigihînin.

Wezîrên karên derve yên Almanya, Brîtanya û Fransayê li vê daxûyaniyê  bi ragihandina vê uyekê ku Însteks (INSTEX) Rêbazeka taybet jibo hêsankirina ticareta rewa di navbera çalakên aborî yên Ewropa û Îranê ye, destnîşan kirin ku welatên wan jibo pêkanîna saziyeka bibandor û zelal ku jibo cihanîna Amûrê Piştgiriya ji Danûstandinên Ticarî pêwîst e, dê hevkariya Îranê bikin.

Kanala têlêvîziyoniya NDR’ê ya Almanyayê sibeha Pêncşemiyê ragihandibû ku Almanya, Brîtanya û Fransayê bi awayê fermî Kanala dayîna pereyê danûstandinên malî digel Îranê damezirandine.

INSTEX kurtbûyî yê “Instrument in Support of Trade Exchanges” bi Wateya “Amûrê Piştevaniya danûstandinên Ticarî” ye.

Li gorî rapora kanala NDR’ê, Parîs dê bibe mazûvanê vê kanala malî û bankdarekî nasyar ê Almanyayî jî dê berpirsiyariya vê kanala malî bigire ustiyê xwe. Brîtanya jî di vê navê da dê bibe serokê desteya zîrevaniyê.

Gulana 2018an hevdem digel derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî, Fikra damezirandina kanaleka malî ya taybet jibo hêsankirina ticareta kompaniyên biçûk û navgîn ên ewropî bi Îranê ra, hat damezirandin. Ji wê demê va Ewropayê her carê tomarkirina vê kanalê bi mehneyên cûrbicûşr paşda dixist.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, bi dubarekirina tawanên bêbingeh û pûç dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyana boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand. Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Başa dön tuşu