ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Terorîst bûne darê destan ji Erebistanê re

Çavkaniyeka agehdar li wezareta karên derve, bal kişand ser şanoya li kolanan a terorîstên têkçûyî bi saya beşdariya xwenîşanderên kirêgirtî li Parîsê û axiftina rayedarekî berê yê ewlehiyê yê Siûdî li Koma wan û ji nûçegîhanan re got: Terorîst bûna darê destan ji bo pêşdabirina armancên Erebistanê dijî welatên misilman ên navçê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, çavkaniyeka agehdar li wezareta karên derve got: Ji bavê Taliban û El Qaidê û hevpar û şirîkê Siyonîstan, dûr nebû ku lawaziya dewleta xwe, bi serşûrî û rûreşiyeke nû ya siyasî bêxe berçavan ku hemana axivtina rayedarekî berê ya vî welatî li koma terorîstên şikestxwarî ye.

Vî rayedarê agehdar li wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, herwiha got: asta herî jorîn a belengazî û bêçaretiya terorîstan û piştgirên wan ên aşkera û veşartî di vê şanoyê da ku bona dilgermkirina hevdu û ber dilê hevdu çûnê li hevciviya bûn wê demê bû ku li bara miraz û hêviyên xwe yên xeyalî axivtin.

Vî çavkaniyê agehdar li wezareta karên derve, destnîşan kir: Bêçaretiya siûdiyan û alîkarîxwestina ji terorîstên naskirî li vê lîstikê de nîşan dide ku ji bo wan, wisa ku li Iraq û Sûriyê û Yemenê nîşan dane, terorîsm û terorîst amûrek e bona pêşdabirina armancên wan dijî welatên misilêman ên navçê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu